Filmê Yilmaz Guney di Festîvala Fîlman de beşdar e
![Filmê Yilmaz Guney di Festîvala Fîlman de beşdar e](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/Flim-Fistival-1.jpg )
Hunermendê Kurd Yilmaz Guney, gava senaryoya fîlma Celeb nivîsî ew dem di girtingehê de bû. Fîlm bi alîkarîya derhêner Zekî Okten ve hate tasfîrkirin.
Ev festîval ji 25 beşî pêk tê. Di nav van beşan de pêşbazî, xelat, bîranîn derhêneran, fîlmên zarokan, hostayên genc, fîlmên ji bîr çûyî, fîlmên avangard û hwd. cî digrin.
Di nav van beşandan beşe herî girîn ya Pêşbazîya Navnetewî ya "Altın Lale" ango "Laleya Zêr" e. 15 fîlmên navnetewî di vê beşê de dê pêşwazî bikin.
Di Festîvala Filman ya Stenbolê de Xelata Eurimages Audentia, Xeleta Rûmeta Sînemeyê jî wê bêdayîn.
Fîlmên ku hatine qedexekirin, ê ji bîr çûyî, yê ku bizûrbûne û hwd. fîlm jî di vê festîvalê de wê bênîşandayîn.
Festîvala Fîlman a 35'emîn a Stenbolê 10 roj dê bidome û roja 17'ê Avrêlê de bi xelatan û çalakîyekî berfireh dê dawî be.
K24