Îsraîlê baregehên artêşa Sûriyê û hêzên Îranî li Helebê bombebaran kirin
Firokeyên şer ên Îsraîlê baregehên hêzên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li derdora Helebê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî Firokeyên Îsraîlê baregehên hêzên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li herêma Sifîrê ya li başûrê rojhilatê Helebê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ti zanyarî derbarê ziyanên wê êrîşê belav nekir û diyar kir, çend depoyên çek û teqemeniyan teqiyan.
Ji aliyê xwe ve, ajansa hikûmeta Sûriyê ya fermi “SANA” belav kir, şeva bore firokeyên şer ên Îsraîlê êrîşî ser hêzên artêşa Sûriyê kirin û sîstema berevaniya asmanî, piraniya mûşekan têkşikandin.
Ji dema krîza Sûriyê di sala 2011an de, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.
Piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Îsraîlê, ev yekemîn êrîşa asmanî ya Îsraîlê li ser Sûriyê ye.
K24