• Thursday, 18 July 2024
logo

Tirkiyê li Mêrdîn û Şirnexê li dijî PKKê operasyon destpê kir

Tirkiyê li Mêrdîn û Şirnexê li dijî PKKê operasyon destpê kir

Artêşa Tirkiyê li hinek navçên herdu parêzgehên Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî dijî gerîlayên PKKê da destpêkirin.

Li gor medya Tirkiyê, operasyonê şeva borî 14ê Temmûza 2021an destpê kiriye û li navçeyên Mehsertê û Midyadê ser bi Mêrdînê û navçeya Hezexa girêdayî Şirnexê birêve diçe.

Li gor çavkaniyên herêmî, operasyona ku li çiyayê Bagokê di navbera Mehsert û Midyadê de hatiye destpêkirin li gundê Midihê û Taxa Karalar yên ser bi navçeya Hezexê jî berdewam e.

Lê heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin ka di operasyonê de şer di navbera gerîlayên PKK û Artêşa Tirkiyê de derketiye yan na.

Zêdeyî 5 meh dibe artêşa Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyonan kiriye. Ev operasyonên bi navê `Eren` li 15 navçeyên cûda yên parêzgehên wek Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din yên Bakurê Kurdistanê tên kirin.

 

 

Rudaw

Top