• Thursday, 28 November 2024
logo

NYê hêviyên welatiyên li Rojavayê Kurdistanê şikandin

NYê hêviyên welatiyên li Rojavayê Kurdistanê şikandin

Biryara Encumena Asayişa Navdewletî derbarê gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê hêviyên milyonan welatiyên Kurd, Ereb, Siryan û Asûrî li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê têkbirin. Li gorî biryarê, tenê Deriyê Bab el Hewa ji bo 12 mehan li pêş gihandina alîkariyên mirovî vekirî bimîne û deriyê Tilkoçer nayê vekirin.

Biryara Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê alîkariyên mirovî bo Sûriyê ne bi dilê Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Li gorî biryara ku bi tevahiya dengên her 15 welatên endam hat pejirand, tenê Deriyê Bab el Hewa ji bo 12 mehan li pêş gihandina alîkariyên mirovî vekirî bimîne.

Ji bo razîkirina Rûsyayê, herdu welatên Norwec û Îrlanda daxwaza vekirina Deriyê Tilkoçer di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji nav proje biryara xwe derxistin û Rûsya û Amerîka li ser proje biryarê li hev kirin.

Nûnerê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) li Washington Bessam Seîd Ishaq  ji Rûdawê re bêhêvîtiya xwe nîşanda û got, Amerîka di hewlên xwe de cidî bû, li bi sedema rêgiriyên Tirkiyê û Rûsya, biser neket.

Nûnerê MSDê li Washington Bessam Seîd Ishaq got: “Ez bawer dikim ku Amerîka di hewla xwe de cidî bû, lê bi rastî bêhêvîtiyek li ba me hebû, ku biser neket di berdewamiya vekirina vî deriyê sînorî de, em ê karê xwe li vir li Washingtonê bidomînin, ji bo daxwazkirina vekirina wî, yn jî dîtina riyeke alternatîv ji girtina wî re.”

Nûnerê MSD li Washington, aşkere kir ku ew ê hewlên xwe hem ligel Kongres û hem ligel welatên din bidin ku careke din vekirina Deriyê Tilkoçer bê pêşinyarkirin.

Besam Seîd Ishaq herwiha dibêje: “Emê hevdîtinên xwe berdewam bikin ligel endamên kongres û encûmena pîran û bi taybet komîteya pêwendiyên derve ya kongres û encûmena pîran, û herwiha em êberdewam bin di hevdîtinên xwe yên Diplomatîk de ligel wezareta derve di vê derbarê de. Em ê herwiha di riya welatên din re jî hewl bidin ku proje biryareke din bê pêşkêşkirin ji bo vekirina Deriyê Tilkoçer.”

Piştî dengdanê, balyoza Amerîka bo Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield got, milyonên xelkê Sûriyê dikarin îşev razin û ew dizanin ku zarokên wan dê ji bo 12 mehên bê werin bixwarinkirin, lê wê behsa hestê milyonên zarokên Kurd, Ereb, siryan û aşûrî  û dê û bavên wan ên hewcedar li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê nekir.

 

Rudaw

Top