• Wednesday, 17 July 2024
logo

6 hunermendên Kurd tabloyên xwe li Fransayê pêşan dan

6 hunermendên Kurd tabloyên xwe li Fransayê pêşan dan

Huner di bin şert û mercên zehmet yên vîrûsa Koronayê de jî wek yek ji mezintirîn pêdiviya hunerhezan derdikeve pêş. Bi sistkirina rêkarên Koronayê re, hejmarek şêwekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê dimînin, pêşangeheke hunerî li Fransayê vekirin.

Bi sistkirina rêkarên Koronayê re ye, 6 şêwekar û wênegirên ji Rojavayê Kurdistanê yên Ewropayê dimînin (Seîd Îssa, Ferhan Xalid, Siwar Mehmûd, Cîhan Îbrahîm, Cafer Nor, Îbrahîm Firas) îro li bajarê Forbach ê Fransayê pêşangehek vekirin û hejmarek ji tablyonê xwe tê de pêşan dan.

Di vê derbarê de şêwekar Cîhan Îbrahîm ji K24ê re got: “Ev pêşangeh biryar bû berî salekê bihata vekirin, lê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, hat paşxistin. Di vê pêşangehê de 6 şêwekarên Rojavayê Kurdistanê beşdar in û her şêwkarekî hejmarek ji tabloyên xwe pêşan dide.”

Şêwekar Cîhan Îbrahîm diyar kir: “Armanc ji vekirina vê pêşangehê ew e, em dixwazin dengê xwe bigihînin cîhanê ku em gelekî resen in û xwedî çand û kelepûr in û gelek êş û azar bi ser me de hatine, lê em dixwazin bi azadî û aştî bijîn.”

Cîhan Îbrahîm destnîşan kir jî: “Ev pêşangeha me dê ji bo heyama mehekê vekirî be. Em plan dikin di demên bê de kar û çalakiyên xwe zêde bikin û hejmarek pêşangehên din li hin bajarên din ên Ewropayê vekin.”

K24

Top