• Sunday, 30 June 2024
logo

Parlamentoya Kurdistanê li ser kuştina Ciwanro yê Baleban lijneyek pêkanî

Parlamentoya Kurdistanê li ser kuştina Ciwanro yê Baleban lijneyek pêkanî

Îro Parlamentoya Kurdistanê li ser kuştina hunermend Ciwanro yê Baleban lijneyek pêkanî.

Peyamnêrê BasNewsê ragehand îro 06.07.2021ê di civîna lijneya rewşenbîrî, civaka sivîl û werziş û ciwanan a li Parlamentoya Kurdistanê, bi yek dengî ve biryar li ser da, ku lijneyek jêrîn bê pêkanîn, ji bo li ser kuştina hunermend Ciwanro yê Baleban, ku roja 22.06.2021ê li ser rêya Kesnezan û Dêgele bi xeniqandî termê wî hatî dîtin lêkolînê bike.’’

Herwaha lijne ji Pêşewa Hewremanî û Goran Omer û Feysel Ebas pêktê, ku ji fraksiyonên PDK, YNK û Gorran pêkhatine.

Li gor peyamnêrê BasNewsê lijen li benda rêdayîna serokatiya parlamentoyê ne ji bo pêdeçûnê li ser kuştina wî hunermendî bê kirin û kujerên wî bên dîtin.

Berî naha BasNewsê ragehandibû ku Ciwanro yê Baleban berî ku bê kuştin ragehandibû, ji aliyê efserekî dijî teror ê YNKê ve gef lê hatiye xwarin ku dê wî bikujê û tirsa wî ji wê yekê heye.

 

Basnews

Top