• Sunday, 28 July 2024
logo

Mahsûn Kirmizigul dibe zave!

Gulan Media February 8, 2016 Hunerî
Mahsûn Kirmizigul dibe zave!
Hunermend û sînemakarê kurd Mahsûn Kirmizgul dibe zave û daweta xwe jî li Amerîkayê dike.

Mahsûn Kirmizigul, ku nêzîkî salekê ye bi parêzera bi navê Ece re evîndariyê dike, biryar da pê re bizewice.

Li gorî medyaya Tirkiyê, biryar bû daweta Kirmizgul îsal havînê were kirin lê wî hunermendê kurd gotiye, dê daweta xwe roja 13ê vê mehê li Amerîkayê bike.

Hat gotin ku Mahsûn Kirmizigul, bi gustîlkek 5 hezar dolarî, pêşniyara zewacê ji hevala xwe re kiriye.

Mahsûn Kirmizigul, sala 1969ê li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayîk bûye û heta niha gellek stran, fîlm û rêzefîlm çêkiriye û di wan de lîstiye jî.

Wî hunermendê kurd herî dawî, ji ber şer û aloziyên Bakurê Kurdistanê, rexneyên tûj li Serokwezîrê Tirkiyê kiribû.

Rudaw
Top