• Sunday, 28 July 2024
logo

Mûzîka Kurdî li Brazîl bû

Gulan Media February 4, 2016 Hunerî
Mûzîka Kurdî li Brazîl bû
Festîvala Mozîk û sema (Encontro De Musicas E Danças Do Mundo) di dehemîn festîvala xwe de ku di navbera 25.01.2016 heta 31.01.2016 li bajarê Bahiya li welatê Brazil birêveçû.

Jibo yekem car di dîroka vê festîvalê de 3 hunermendên Kurd jî bûn mêvan bi serperştiya hunermend Hejar Zehawî û beşdarbûna hunermend Eyûb Elî û Ertan Tekîn.

Di festîvalê de hunermendan 2 konsêrtên stran û mozîka pêşkêş kirin, Hejar Zehawî li ser amîra Def û Rîtma Kurdî û dîlana kurdî, Eyûb elî jî stran gotin û li amîra saz da, herwiha Ertan Tekîn li ser amîra baleban û zurnê karê hunermendên kurd cihê balkêşana xelkê Bazîl bû.

Tîmên mozîkê ji gelek welatan amadebûn wek welatên Mexrîb, Fransa, Israîl û Brazîl..hd)

Jibo bînîna lînka festîvalê van herdu lînkan bitînin
http://www.ceuaum.org.br/
http://www.dancandopelapaz.com.br/portugues/

Basnews
Top