• Sunday, 28 July 2024
logo

Samî Yûsif bi kurdî jî stran got!

Gulan Media February 2, 2016 Hunerî
Samî Yûsif bi kurdî jî stran got!
Hunermendê navdarê îranî-birîtanî Samî Yûsif, strana xwe ya nû bi çar zimanan gotiye, di nav wan zimanan de kurdî jî heye.

Samî Yûsif di alboma xwe ya bi navê “Barakah” (bereket) de stranek li ser Hz. Mihemed gotiye. Navê Stranê “Ya Rasul Allah” e û bi 4 zimanan hatiye gotin.

Yek ji wan zimanên ku Samî Yûsif pê strana han gotiye, kurdî ye. Pişka ku ji bo kurdî hatiye veqetandin, ji her sê zimanên din zêdetir e.

Gotina vê stranê ji aliyê Samî Yûsif ve, bûye sedema kêfxweşiya kurdan. Komek kurd li ser facebookê spasiya wî kirine.

Kurdekî ji Samî Yûsif re wiha nivîsiye: Ez ji mêj ve li bendê bûm tu bi kurdî jî bistirê. Axirîkê te got û te pir jî xweş got…

Samî Yûsif kî ye?

Navê wî yê rastîn, Siyamek Bêrencan e. Sala 1980ê li bajarê Tehranê yê Îranê ji dayîk bûye lê dema pir biçûk bûye, malbata wî çûye Birîtanya. Bavê Samî Yûsif jî hunermend û mûzîsyen bû. Samî bi eslê xwe azerî ye û herî zêde stranên ayînî û îslamî dibêje û wek hunermendekî înternasyonal tê nasîn.

Rudaw
Top