• Sunday, 19 May 2024
logo

'Nêzikî 5 milyon geştyarên Rûsî dê serdana Tirkiyê bikin'

'Nêzikî 5 milyon geştyarên Rûsî dê serdana Tirkiyê bikin'

 Li gorî daneyên jêderên Rûsî 3 mîlyon, li gorî aliyê Tirkiyê jî heta 4,5 mîlyon geştiyarên Rûs, tê payîn ku,  ta dawiya vê salê serdana Tirkiyê bikin. Seroka kompanyayeke geştûguzariyê jî dibêje, “Nêzî 5 milyon geştiyar dê biçin Tirkiyê.”

Qedexeya ser seferên navbeyna Rûsya û Tirkiyê beriya çend rojan rabû û pê re jî buhaya geştan ber bi wî welatî, girantir bûn. Ta niha buhaya geştekî 10 rojî ji Moskowê bo du kesan li hotelekî 5 sterkî ya li Tirkiyê, 75-80 hezar rûble bû, lê niha 80% girantir bûye. 

Lê tevî vê yekê jî, kompnayayên geştuguzarî yên li Rûsyayê ku duyemîn sal e bi metirsiya têkçûnê ve rûbirû bûn, êdî  7 roj 24 demjimêr kar dikin.

Yekaterîna Lubîvaya, Seroka Kompanyaya Geştûguzariyê, dibêje, “Şikir ji xwedê re, vê gavê hemû kompanyayên geştuguzarî êdî bê rawestan kar dikin. Em pê re nagihên. Li gorî pêşbîniya me, eger, xwedê neke, ta dawiya salê bûyereke awarte rû nade, dikarim tekez bikim, ku nêzî 5 milyon geştiyar dê biçin Tirkiyê.”

Bi bilindbûna rêjeya belavbûna varyanta nû ya vîrûsa Coronayê re, herêmên Rûsyayê yên li peravên Deryaya Reş, biryar dan ku ji 28 Hezîranê tenê bi sertîfîkaya vaksînbûnê geştiyaran qebûl bikin.

Ji ber hişkatiya mercên nû yên pandemiyê, piraniya welatîyên ku geşt li peravên Deryaya Reş a Rûsyayê kiribûn, yan geştên xwe betal dikin, yan jî hewil didin biguherenîn bo geşteke derveyî welat.

Aleksey Fefilov, Endezyar, dibêje, “Min plan kiribû ku bêhnvedana xwe li Krasnodarê derbas bikim. Lê niha mercên vaksînkirinê danîne pêş me. Ez hêj nizanim em ê çawa bikin. Yanê em ê taloq bikin, yan jî bigûherin.”

Îlya Melnîkov, Bernamesaz, dibêje, “Hotelên Rûsyayê êdî bê vaksîn qebûl nakin. Em neçar in biçin welatên başûrî. Ez li Tirkiyê careke bûme, lewre, vê carê em dixwazin biçin Dubeyê.”

Welatiyên Rûsyayê bi giranî îcazeyên xwe yên salane di werza havînê de werdigirin û ji %90 ji wan jî diçin welatên ber Deryaya Spî û di nava wan de jî kevîşenên Tirkiyê di rewacê de ne.

Sala 2019an hejmara geştiyarên Rûs, ên ku serdana Tirkiyê kiribûn, gihîştibû 7 mîlyon kesî.

Îsal, ji 15 Nîsanê vir ve geştên navbeyna Rûsya û Tirkiyê ji ber rewşa nebaş a pandemiya li vî welatî, hatibû sînordarkirin.

 

Rudaw

Top