• Thursday, 18 July 2024
logo

Almanya madalyaya wêrekiyê dide Kurdekî

Almanya madalyaya wêrekiyê dide Kurdekî

 Penaberê Rojhilatê Kurdistanê yê ku li bajarê Wurzburga Almanyayê rê li ber êrişkarê Somalî girt û nehişt bêtir welatiyan bikuje, li Almanyayê weke leheng hate destnîşankirin û dê bê xelatkirin.

Ciwanê Kurd Çiya Rebiî yê ji Mehabada Rojhilatê Kurdistanê roja Înê li bajarê Wurzburga Almanyayê bi wêrekî êrişkarê Somalî yê ku bi kêrê êrişî xelkê kiribû û di encamê 3 kesan kuşt, dabû sekinandin.

Ji ber vê yekê jî Serokwezîrê wîlayeta Bayernê Markus Soder dixwaze ji ber wêrekiya wî madalyayek mêrxasiyê bide ciwanê Kurd Çiya Rebiî

Penabarê Kurd yê ku nêzîkî salek e li Almanyayê dijî di derbarê bûyerê de wiha dibêje "Xortek li ser van bankan rûniştibû û êrişkar çar-pênc caran bi kêrê ew lêxist. Wê gavê, çavên min reş bûn. Ez nikaribûm li ber xwe bidim û çûm bi serde."

Roja Yekşemê piştî nîvro, Serokwezîrê wîlayeta Bayernê Markus Soder kulîlkek danî ser cihê bûyerê, li wê derê hat ba Ciwanê Kurd û ji ber wêrekiya wî spasiya wî kir.

Herwiha Çiya Rebiî ku di dema bûyerê de jiyana xwe dixe xeterê diyar kir ku ji roja bûyerê ve ew bi şev nikare razê dîmenên êrişê ji ber çavên wî naçin û wiha dibêje "Ez qet netirsiyam. Eger  tirsiyabûma, wê hingê ez ê an li paş bimama an jî bireviyama."

Rebiî di berdewamiya axavtina xwe de wiha dibêje "Ez hatim vir û min jinek dît. Ew li wir li rexê xwe dirêkirî bû. Sê-çar kes bi wê re bûn, ambulans hîn nehatibû. Min dît ku ji stûyê wê xwîn diherikî û mirovan destên xwe danîbûn ser birînê. Biborin. Ez zû nehatim. Ger ez pênc-deh deqîqe zûtir hatibama, dibe ku ev jin hîn sax bûya."

Roja Îne (25.06.2021) kesekî ji Somaliyê li Meydana Barbarossa a bajarê Wurzburga Almanyayê bi kêrê êrişî xelkê kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn.

 

Rudaw

Top