• Monday, 20 May 2024
logo

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî peyamek arasteyî civîna Hevpeymaniya Navdewletî kir

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî peyamek arasteyî civîna Hevpeymaniya Navdewletî kir

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî peyamek arasteyî civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kir û daxwaz kir ku biryar bê dayîn, endam û malbatên DAIŞê bo welatên wan bên vegerandin.

Li Roma ya paytexta Îtalyayêîro civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê birêve diçe û tê de metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê û pirsa terorê tê gotûbêjkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir.

General Mezlûm Kobanî di peyama xwe de amaje vi bi sazkirina wê civînê kir û got, “Divê em jibîr nekin ku li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) vi deh hezaran jin, zarok û çeteyên DAIŞê di kampan de ne .”

Di dewama peyama xwe de Fermandarê HSDê dibêje, “Hêzên Hevpeyman divê têkoşîna xwe ya li dijî alîgirên tundûtûjiyê berdewam bike, çeteyên DAIŞê û malbatên wan vegerîne welatên wan. Herwiha divê piştgiriya dabînkirina seqamgirî û geşepêdana aborî ya herêmên azadkirî bê kirin ji bo ku sedemên bingehîn ên tundrewiyê bên zanîn.”

Di civîna îro de wezîrên derve yên 83 welatên endamên hevpeymaniyê beşdar dibin û gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj dikin.

Wezîrên Derve yên Amerîka û Îtalya, Antony Blinken û Luigi Di Maio serokatiya civînê dikin.

Cudahiya civîna vê carê ya Hevpeymaniyê, beşdariya zêdetir ji 25 welatên Afrîqya ye ku li ser daxwaza Amerîka bo civînê hatine vexwendin û zêdebûna metirsiya DAIŞê li Afrîqya gotûbêj dikin.

Civîna Roma taybet e bi gefên DAIŞê û yekemîn civîn e di serdema Joe Biden de, ku weke taqîkirineke zehmet li pêşya wî tê danîn.

Tê çaverêkirin di wê civînê de stratejiya Amerîka ji bo Sûriyê were diyarkirin.

Herwiha îro li Roma grûpa G-7 a Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Sûriyê de dicive.

Di civîna grûpa G-7 de, Tirkiyê û Urdin jî hatine vexwendin û dê Şanderê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedrsen jî beşdar bibe.

 

Rudaw

Top