• Sunday, 30 June 2024
logo

Dadgeha Pêdeçûnê biryara dawî li ser hikûmkiriyên Badînan da

Dadgeha Pêdeçûnê biryara dawî li ser hikûmkiriyên Badînan da

 Serokê tîma parêzerên dosyeya hikûmkiriyên Badînan Beşdar Hesen, ji Rûdawê re ragihand ku Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê jî biryara dawî li ser wê dosyeyê da û li gor biryarê her yek ji wan çalakvan û rojnamevanan, bi 6 sal zindanîkirinê tên cezakirin. Herwiha tometa `sîxurîkirina bo konsulxaneyan` jî hat rakirin.

Parêzeran dosyeya hikûmkiriyên Badînan berî niha îtîraz li biryara Duyemîn Dadgeha Tawan a Hewlêrê kiribûn û Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê jî bi vê biryarê ew îtîraz red kir û biryara dadgeha Hewlêrê pesend kir.

Roja 16ê Sibata derbasbûyî Duyemîn Dadgeha Tawan a Hewlêrê di rûniştina duyem de 6 sal cezayê zindanê bi ser rojnamevan û çalakvanên bi navên Şêrwan Emîn Silêman, Şivan Seîd Omer, Eyaz Kerem Reşîd, Harîvan Îsa Mihemed û Guhdar Hemed Emîn Ebdulmecîd yên ji devera Badînan ferz kiribû.

Biryara dadgeha Hewlêrê karvedanên zêde û ciyawaz lê pey xwe anîn û roja 7ê Hezîranê jî dosyeya hikûmkiriyên Badînan, li ser daxwaza Dadgeha Îstînafê bo Dadgeha Pêdeçûnê hat şandin.

Konsulxaneyên Amerîka, Almanya û hejmareke konsulxaneyên din ên li Herêma Kurdistanê, rêxistina Netewên Yekbûyî, çendîn sazî û kesayetan, daxwaza pêdeçûnê bi wê biryara dadgehê de kiribûn û wek `nedadperwerane` binav kiribûn.

Lêbelê Desthilata Dadwerî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tekezî li ser bêalîbûna dadgehan kiribûn û ceza jî wek di cih de pênase kiribûn.

Dadgehê ragihandibû, “li gor belgeyên berdest, ew yek li dijî tometbaran hatiye selmandin ku wan li ber dadgerê lêkolînê, îtîraf bi tawana xwe kirine û bi serokatiya Şêrwan Emîn grûp pêkanîne . Îtîrafên tometbaran bi azadî û bêyî guvaşekî bûne.Nehatiye selmandin ku rastî azar û îşkencê hatibin û wan jî ti gotinek li ser wê nedane ku hatibin îşkencekirin.”

Parêzer Beşdar Hesen dibêje, “Niha tenê Serokê Herêma Kurdistanê dikare bi biryarekê, efûyê bo wan derbixe, eger na ti hêviyek din nemaye.”

Roja 22ê Hezîranê Dadgeha Tawan (tawanên biçûk) a Duhokê biryara salek zindanîkirinê û 240 hezar dînar bo çalakvan Omêd Hecî Fetah, naskirî bi navê Omêd Beroşkî derxist. Ew jî bi tometa xerabbikaranîna amûrên peywendîkirinê û madeya 240 a yasaya Iraqê.

Derbarê dosyeya Bedel Berwarî de jî, parêzer Aso Haşim ji Rûdawê re ragihand, îro Dadgeha Tawan rizamendiya xwe li ser wê derbirî ku parêzer serdana wî bike û got jî, “Roja 29/07/2021 dê bê dadgehîkirin.”

Omêd Beroşkî û Bedel Berwarî, roja 19ê Tebaxa 2020an bi tometa handana xelkê bo xwepêşandanan li Duhokê, hatibûn desteserkirin.

Tîma parêzeran di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi wê kir, “Me daxwaz kiriye dosye bi Desteya Giştî bê dayîn, lê heman desteya berê (dosye) dîtiye û piştvaniya biryara dadgeha Hewlêrê kiriye.”

Ew heyama ku çalakvan û rojnamevanên Badînan desteserkirîne, ji wê dema cezayê wan tê hejmartin.

Ew pênc kes bi hewldana ji bo têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê, hebûna pêwendiyên li gel komên çekdar, hewldan bo bidestxistina zanyariyan li ser saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê û dayîna wan zanyariyan bi aliyê derve hatine tometbarkirin.

Berî niha di beşeke biryara dadgehê de hatibû gotin, ku wan kesan “pêwendî li gel konsulxaneyên Amerîka û Almanyayê hebûne û pere ji wan wergirtine. Bi îtîrafên tometbaran bi xwe û ji bo pêkanîna armancên xwe yên têkderane, pêwendiyên nerewa li gel kesên biyanî de hebûne.”

Lê li gor gotina parêzeran, di biryara Dadgeha Pêdeçûnê de rastkirinek jî li ser vê mijarê pêk hatiye û tometa “sîxurîkirina bo konsulxaneyan” hatiye derxistin.

Berî niha jî parêzerên tometbaran jî biryara dadgehê red kiribûn û daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kiribûn ku lîborîna giştî bo wan derbixe.

 

Rudaw

Top