• Sunday, 28 July 2024
logo

Sitranekî Kurdî ya 3400 sal berî naha hate dîtin

Gulan Media January 24, 2016 Hunerî
Sitranekî Kurdî ya 3400 sal berî naha hate dîtin
Sitranekî Kurdî li ser tabletekê ku bi zamanê bizmarî hatiye nivîsandin xwediyê demboriyekî dîrokî ya 3400 sale hate dîtin

Sitrana Mala Hurî bi gotina zanayan dîroka xwe 3400 sale û di vê demê de ji aliyê Kral Ugarît we hatiye nivîsandin.

Malpera ugarît di vê derbarê de nivîsîye ku cara dawiyê zanayan karî sitraneke kevin li ser awayê notayên mûzîkê hatiye nivîsandin bibînin û di encama lêkolînê de aşkere bûye ku ev sitrana berî sitrana Yewnan hatiye nivîsandin.

Malpera navborî behsa zanayekî lêkolînvanêkî Frensî yê mirasên kevin dike ku li sala 1950 yê de li ser wî parçeyê tabletê lêkolîn kirîye û di vê lêkolînê de aşkere buyeku dîroka tabletê diçe pêş zayînê sedsala 14 ê.

Herwaha li gor heman malperê ji ber ku nave sitranê Mala Huriye dikarê bê gotin ku naha sitrana herî kevin ya cîhanê sitrana bi zimanê Kurdî hatiye gotinê ye. Ji ber ku heta naha ti sitraneke din ê bi vî awayî kevin nehatiye dîtin.

Li ser Huriyan çavkaniyên cuda hene ku li ser niştecihbûna wan dikin. Lê piranî dîrokzan li ser vê yêkin ku Hurî li Mezopotamya û Zagros niştecihbûne û li vê derê jî dewleta xwe avakirine.

Basnews
Top