• Sunday, 28 July 2024
logo

Hunermendê navdarê kurd Kerîm Kaban wefat kir

Gulan Media January 14, 2016 Hunerî
Hunermendê navdarê kurd Kerîm Kaban wefat kir
Hunermendê navdarê kurd Kerîm Kaban, di temenê 88 salî de jiyana xwe ji dest da.

Îro danê sibê, hunermendê navdarê kurd Kerîm Kaban, ku demek dirêj bû nexweş bû û li nexweşxanê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Endamekî malbata Kerîm Kaban ji Rûdawê re got, hunermend Kerîm Kaban îro li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê wefat kir.

Kerîm Kaban, sala 1927 li taxa Şêxanê ya bajarê Silêmaniyê ji dayîk bibû. Kaban yekemîn alboma xwe sala 1945ê tomar kiri. Bi giştî 20 albomên wî hene.

Hunermend Kerîm Kaban bavê 6 zarokan bû; 3 kur 3 keç.

rudaw
Top