• Thursday, 18 July 2024
logo

Hewlêr – Karmendekî Wezareta Pêşmerge kuştî hat dîtin

Hewlêr – Karmendekî Wezareta Pêşmerge kuştî hat dîtin

Li gundekî bajarê Hewlêrê, karmendekî Wezareta Pêşmerge kuştî hat dîtin.

Wezareta Pêşmerge ragihandiye, îro li gundê Pelkereş yê nahiya Dêgele ya Hewlêrê, karmendekî wan bi navê Ciwanro Kerîm Qadir kuştî hat dîtin.

Wezareta Pêşmerge daye zanîn, Ciwanro Kerîm Qadir endamê tîma mûzîka serbazî bû.

Ew karmendê Wezareta Pêşmerge xelkê bajarê Silêmaniyê bû lê mala wî li Hewlêrê bû.

Heta niha nayê zanîn ew karmendê Wezareta Pêşmerge çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

 

K24

Top