• Sunday, 28 July 2024
logo

Weysî: 140 keçên fars di rêzê de ne!

Gulan Media January 6, 2016 Hunerî
Weysî: 140 keçên fars di rêzê de ne!
Hunermendê kurd Ezîz Weysî diyar kir ku wî di heyama sala borî de ji ber şerê DAIŞê nekariye stranan bêje. Weysî her wiha got, bi dehan keç û aktorên fars dixwazin di klîbên min de bilîzin.

Hunermendê Rojhilatî Ezîz Weysî, ku bi stranên xwe yên şad navdar e, ji Rûdawê re behsa xebatên xwe yên hunerî kir.

Ezîz Weysî, ku mala wî li paytexta Îranê-Tehranê ye, derheqê vê yekê de ku çima nêzîkî salekê ye ti konsêrtek li Başûrê Kurdistanê nedaye, got, ji ber şerê ku pêsîra Herêma Kurdistanê girtiye. Ez ji bo gel stranan dibêjim dema gel jî xemgîn be wê demê ezê ji bo kê bêjim. Lê niha şukir ji Xwedê re rewş baştir dibe û derfet ji bo gotina stranan çêdibe.

Weysî da zanîn ku 24 stranên wî amade ne her wiha 54 helbest û aheng jî gotiye û daniye. Ezîz Weysî wiha domand, ez hêvîdar im şîrketên mûzîkê alîkariya min bikin ji bo belavkirina wan stranan. Kîjan hunermend bixwaze ez dikarim helbest û ahengan bidimê. Eger navê min jî li ser danenê, normal e.

Wî hunermendê Rojhilatî anî ziman ku fars pir ji mûzîk û stranên kurdî hez dikin û got, piştî ku min bi hunermendeke fars re stran got û ez di kanala mûzîkê ya bi navê “PMC” de derketim, gellek hunermendên fars telefon kirin û ji min xwestin ku bi wan re stranan bêjim. Ez dema bi wan re stranan dibêjim ji wan 7-10 hezar dolar distînim, tevahiya xercê stran û klîbê jî li stûyê wan e.

Ezîz Weysî her wiha eşkere kir ku heta niha 140 keçên fars, ku hinek ji wan aktorên sînemayê ne jî, name jê re şandine û dixwazin di klîbên wî de bilîzin. Weyî got, ez niha hunermendek fars fêrî kurdî dikim da bi kurdî bistrê. Çend roj berê hunermendê navdarê îranî Kamyar daxwaz ji min kir ku em bi hev re biçin Dubeyê û li wir klîbek kurdî-farsî çêbikin.

Derheqê çalakiyên sersala zayînî de jî Ezîz Weysî got, ji bo sersalê biryar bû ez herim derveyî welat lê vîzeya min amade nebû ji ber wê jî min nekarî biçim. Ji bo sersalê ez vexwendim Enkawe (Hewlêr). Dixwestin ji bo du konsêrtan 7 hezar dolar bidin min lê min qebûl nekir. Ez dema li bajarên mîna Bokan, Seqiz û Tehranê konsêrtan didim, 8500-9000 dolar distînim. Li welatekî mîna Swêdê jî ez 70 hezar kroon distînim.

Weysî, li ser wê yekê jî ku çima vê dawiyê dernakeve pêş çavên kamerayan, keniya û got, heta programên 3Alî, 4Alî û 5Alî hebin ti kes guh nade me! Wekî din, ji ber şer jî ti berhemeke me ya nû nebû heta em bikarin tiştekî nû bêjin.

Ezîz Weysî, ku li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, derheqê vê yekê de ku gelo hevjîna wî li ser klîbên wî yên ku jin tê de dilîzin, dixeyîde yan na, got, gotineke Kurdan heye dibêje “li pişt her mêreke serkeftî, jinek qehreman heye”. Hevjîna min pir alîkariya min dike, ez spasiya wê dikim. Hinek caran dema ez diçim Ciwanro, xizm û nasiyar pir tên ba min ji ber wê jî hevjîna ji min re dibêje “rabe here Tehranê hinekî bêhna xwe vede!”

Wî hunermendê kurd li ser serweta xwe jî got, serweta min gelê min e çimkî ez çi bixwazim ji bo min dabîn dikin. Sê malên min heye; yek li Ciwanro, yek li Tehranê yek jî li Ramserê (bajarek li bakurê Îranê) ye.

Rudaw
Top