• Thursday, 18 July 2024
logo

Îsraîl: Serokê Îranê Qesabê Tehranê ye

Îsraîl: Serokê Îranê Qesabê Tehranê ye

dibêje zêdetir ji 30 hezar kes kuştiye.
Wezareta derve ya Îsraîlê derbarê Serokkomarê nû yê Îranê de daxuyanî da.

Duhê wezareta derve ya Îsraîlê derbarê hilbijartina Îbrahîm Reîsî weke Serokkomarê Îranê daxuyaniye belav kir û bi tundî êrîşî ser Îbrahîm Reîsî kir.

Wezareta derve ya Îsraîlê di daxuyaniya xwe de nivîsandiye; Ev kesê han ku bûye Serokkomarê Îranê radîkaltirîn û tund ajotirîn Serokê Îranê ye.

Wezareta derve ya Îsraîlê herwiha eşkere kiriye ku civaka cîhanî jî bi tundî hilbijartinên Îranê û Qesabê Tehranê Îbrahîm Reîsî mehkûm kirine jiber ku Reîsî berpirsê darve kirin û kuştina zêdetir ji 30 heza kesaye.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Reîsî kesekî radîkale û daxwaza berdewam kirina bernameya etomî ya Îranê dike ku ev yek jî cîhê dilgiraniya civaka cîhaniye.

Top