• Thursday, 28 March 2024
logo

Hecî Kirmaç bi simbêlên xwe bûye kesekî navdar

Hecî Kirmaç bi simbêlên xwe bûye kesekî navdar

Li navçeya Xorasan a  Erzeroma Bakurê Kurdistanê dengbêj Hecî Kirmaç ê 75 salî, ev zêdetirî 60 sala ne simbêlê xwe kurt nekirine. Ew, di sala 1996an de bi dirêjiya simbêlê xwe li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûye pêlewanê dirêjiya simbêlan.

Hecî Kirmaç li navçeya Xorasanê berberiyê dike û rojane bi dehan kesan traş dike, lê dest nade simbêlên xwe. Ji bo xwedîkirina simbêlên xwe jî, mehane 500 lîreyan xerc dike. Ew dibêje encax ku here hecê dê simbêla xwe jê bike.

Hecî Kırbaç ji gundê Heyder komê ye bi ser navçeya Xorasana Erziromê ji dayîk bûye taybetiya wî  ya herî mezin simbêlên wî yê dirêj in. Ew 60 sal in ku simbêla xwe dirêj dike û li seranserî welêt bi simbêla xwe tê naskirin.

Dengbêj Hecî Kirmaç dibêje: “Li Enqerê pêşbaziyek çêbû, navê beşdarvanek Ebdullah bû simbêlên wî jî kinbû lê di pêşbaziyê de ew biserket. Dilê min jî şewitî min got çima kulê li min xistî ye, min got ezê jî simbêla xwe dirêj bikim. Vaye 65 sal in ez xizmetê ji vî simbêlê re dikim. Ez her kêfxweş im ku xizmeta simbêlê xwe dikim.”

Hecî Kırbaç bi simbêlê xwe şampîyonî jî bi dest xistiye û bi xêra simbêlên xwe  gelek caran hatiye xelatkirin jî.

Simbêldirêj Heci Kırbaç herwiha got: “Mehane herî kêm ez 500 lîre li simbêlê xwe mesref dikim. Ji min re dibêjin tu dê heta kengî wiha simbêlê xwe dirêj bikî. Di vê rewşê de ez simbêlê xwe jê nakim. Eger ez herim hecê bo xatirê hecê ez dê simbêlê xwe jê bikim. Nexwe heta roja mirinê simbêlê min dê hebe.”

Dikana berberiyê ya Hecî Kirmaç rojane bi nas û dostan, bi rêwiyê rêyan û nenasan tije dibe û hinek pê re wêne dikşînin, hinek jî gohdariya kilamên wî dikin. Kes û karên wî dost û hevalên wî jî şanaziya hevalbendiya wî tînin ziman

Hevalî wî Mistefa Çikrak dibêje: “Wexta ez zarokbûm ji bo ku em simbêlê Hecî bibînin em dihatin bajêr me digot em dê herin cem apê Hecî traş bibin hema em simbêlên wî bibînin bes e.”

Hevalkî din ê wî jî Hecî Karataş jî got: “Em bi simbêlên wî şanazin. Şampîyonê Tirkiyê ye, navçeya me temsîl dike.”

Kurê wî Mehmet Kirmaç jî got: “Bavê min mirovekî pir baş e. Bi rastî ew mêrxas e.”

Hevalê wî yê navê Xêredîn Kiliçer jî wiha axivî: “Berê mirovan bi simbêla xwe soz didan. Digotin eger ez soza xwe neynin cîh, ez dê simbêla xwe jê bikin.Yani şetefa simbêlê ewqas zêde bû, yanî wek protokolê bû. Yanî simbêl bextê mêra temsîl dikir.”

Piştî darbeya 12 ilonê darbekar û serokomarê wê heyamê Kenan Evren di seredaneke xwe ya Xoresanê de Hecî Kirmaç dibîne û jê re dibêje ji îro şûn de navê te Hecî Pala ye û ew nava her bi ser wî ve dimîne. Simbêlên Hecî Kirmaç niha  gihiştiye  metre û nîv û ew bi hebûna simbêlên xwe yê 60 salî her şanaz e.

 

Rudaw

Top