• Thursday, 18 July 2024
logo

Dendias: Em rê nadin Tirkiyê ku şantajê li me bike

Dendias: Em rê nadin Tirkiyê ku şantajê li me bike

 Wezîrê Derve yê Yunanê Nikos Dendias ragihand: “Em rê nadin di mijara penaberan de ne Tirkiye ne jî Belarus şantajê li Yekîtiya Ewropayê bike.”

Nikos Dendias doh Sêşemê di konferansa rojnamevanî ya li gel Wezîrê Derve yê Lîtvanya Gabrielius Landsbergis de li Vilnius a paytexta Lîtvanyayê got:“ Tirkiye, Rûsyaya Spî û her kî be…, em rê nadin ku ji bo zext li Yekîtiya Ewropayê bên kirin penabertiyê bikarbînin. Em amade ne, bi qasî ku ji destê me bê em ji kesên pêwîstiya wan heye re alîkar bin. Lê em rê nadin ti kesî ku penabertiyê ne li hember me ne jî li hember Yekîtiya Ewropayê wek şantajê bikar bînin.”

Dendias hevdîtina Serokwezîrê Yunanê Mitsotakis û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ya di dema birîveçûna lûtkeya NATOyê de jî nirxand û ragihand: “Mixabin divê ez bêjim ku hevdîtina Serokwezîr Mitsotakis û Serokkomar Erdogan wek hevdîtinekê bû ku cemed şikand, lê pêşkeftinek nebû. Wek ku Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis jî piştre got, cudahî hene û hê jî cudahî hene û ew cudahî mezin û girîng in.”

Erdogan û Mitsotakis roja 14ê Hezîranê û di dema birêveçûna Lûtkeya NATO de li Brukselê civiyabûn û Erdogan piştî civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de gotibû, Yekîtiya Ewropayê sozên xwe yên derbarê penaberan de ku dabûne Tirkiyê, bicih neaniye.

Wezîrê Derve yê Yunanîstanê Nikos Dendias beriya niha jî di hevpeyvînekê de diyar kiribû ku mana Tirkiyê li Behra Spî li gor hiqûqa navdewletî nîne.

Nikos Dendias têkildarî hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Lîtvanyayî Gabrielius Landsbergis re jî li ser twittera xwe ragihandiye:“Her çend ji hêla erdnigarî ve ji hev dûr bin jî, em xwediyê çarenûsa hevpar in ku her du welatên me di nava tixûbên Yekîtiya Ewropayê de ne û li ser tixûbên YE, li ser tixûbên yekîtiya me gelek pirsgirêk hene.”

 

Rudaw

Top