• Sunday, 28 July 2024
logo

Fîlma kurdî li Antalyayê wek baştirîn fîlm hat xelatkirin

Gulan Media December 7, 2015 Hunerî
Fîlma kurdî li Antalyayê wek baştirîn fîlm hat xelatkirin
Fîlma kurdî ya bi navê “Bîranînên Ser Keviran” ya derhênerê kurd Mihemed Emîn Şewket Korkî di 52yemîn Festîvala Navnteweyî ya Fîlmên Antalyayê de wek baştirîn fîlm hat xelatkirin.


52yemîn Festîvala Navnteweyî ya Fîlmên Antalyayê îşev bidawî bû û fîlmên xelat wergirtin hatin diyarkirin.

Fîlma kurdî ya bi navê “Bîranînên Ser Keviran” ya derhênerê kurd Mihemed Emîn di festîvala Antalyayê de ji aliye juriyan ve wek fîlma herî baş hilbjartin.

Xelatê Bîranînên Ser Keviran senarîstê wê Mehmet Aktaş stand û got ew xelatê fîlmê diyariyê dayîkên zarokên wan hatine kuştin.

Fîlma “Bîranên Ser Keviran” a Korkî beriya niha jî di festîvalên mezin ên sînemayê de beşdar bûye, gellek xelatên hêja yên festîvalên navdewletî bidest anîbû.


Ev fîlm ji aliyê Mitos Fîlm û Rêveberiya Sînema Dihokê ve hatiye çêkirin.
Top