• Thursday, 18 July 2024
logo

Li gundekî Duhokê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar derket

Li gundekî Duhokê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar derket

Li gundê Hirorê yê ser bi nahiyeya Kanî Masê ya parêzgeha Duhokê ve şeva Yekşemê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar derket.

Gundiyên bakurê Duhokê şeva Yekşemê şahidê pevçûnên dijwar ên di navbera leşkerê Tirkiyê û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de bûn.

Hêzên Tirkiyê û PKKê li gundê Hirorê yê girêdayî nahiyeya Kanî Masê zêdeyî saetekê di nav şerekî dijwar de bûn.

Eyad Hirorî ku xelkê vî gundî ye û niha jî li gund dijî, ji Rûdawê re ragihand: “Di demjimêr 9:00 şev de balafirên şer ên Tirkiyê Geliyê Qumrî bombebaran kirin û piştî demjimêr 10:00 şev, arteşa Tirkiyê bi rêya helîkopteran êrişa asmanî bire ser gundê Hirorê û derdora wê û bi giranî ew cih bombebaran kirin.”

Eyad Hirorî got: “Ji ber bombebaranê agir bi derdora gundê Hirorê ket û bombebaranê berdewam kir.”

Welatiyekî gund bi navê Hesen Ehmed ku xwendekar e, îro Duşemê ji Rûdawê re ragihand, ku ji ber bombebarana şeva bihorî ti zirarên canî çênebûne.

Nûçegihanê Rûdawê li deverê jî ragihand, şeva bihorî şerekî giran di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de li sînorê gundê Hirorê yê Kanî Masê çêbû, û balafirên şer ên Tirkiyê bi giranî ew navçe bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyonek asmanî û bejahî li ser navçeyên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê destpê kiriye ku heta niha jî ew operasyon berdewam e.

 

 

Rudaw

Top