• Sunday, 28 July 2024
logo

Hesna ji Pêşmerge re distirê

Gulan Media November 24, 2015 Hunerî
Hesna ji Pêşmerge re distirê
Sitranbêja libnanî Hesna Meter mijûlî klîpkirina sitranekê ye li ser Pêşmerge.

Hesna ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku min serdana birayên xwe yên Pêşmerge li eniyên şer kir, herwiha ji ber wê serkeftinên mezin ên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê, min sitranek li ser wan tomar kir û di van rojan de, ezê li çeperên Pêşmerge klîpa wê bikşînim.”

Awazên wê sitranê yên hunermendê kurd Helkewt Zahir in, herwiha gotinên wê yê helbestvan Kerîm Iraqî ne. Derhênana wê klîpê ji aliyê derhênerê navdar ê libnanî Fadî Hedad ve tê kirin.

Hesna Meter ragihand: “Ez dixwazim 3 konsertan lidar bixim û dahata wê bo Pêşmerge û malbatên şehîdên Kurdistanê be.”

Rudaw
Top