• Thursday, 18 July 2024
logo

Tirkiyê li Deryaya Reş 135 milyar metre sêcayên din gaza sirûştî dît

Tirkiyê li Deryaya Reş 135 milyar metre sêcayên din gaza sirûştî dît

 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand; Keştiya Fatîh, li bîra Amasra Yek a kêlgehên gazê yên Sakarya, 135 milyar metre sêcayên din gaza sirûştî dîtiye.

Recep Tayyip Erdogan got: “Gaza sirûştî ya ku me li Deryaya Reş dîtiye, bi giştî gihiştiye 540 milyar metre sêca, karên derxistinê di bîra Amasrayê de berdewam e.”

Derbarê kar û xebatên derxistina gaza sirûştî ji nav deryayê de, Serokomarê Tirkiyê got: “Plana me wisa ye ku em bi sê qonaxan gaza sirûştî ji nav deryayê bo bejahiyê veguhezin. Qonaxa yekem damezrandina sîstemên berhemanîna gaza sirûştî di bin deryayê de. Qonaxa duyem ji wê wêstgehê pêk tê ku li bejahiyê li ser gazê bixebitin û amade bikin ji bo bikaranînê, qonaxa dawî jî çêkirina wan boriyan e ku sîstema nav deryayê bi wêstgehên bejahiyê ve girêdide.”

 

K24

Top