• Thursday, 18 July 2024
logo

Artêşa Tirkiyê operasyoneke bejayî bo ser gundê Ure da destpêkirin

Artêşa Tirkiyê operasyoneke bejayî bo ser gundê Ure da destpêkirin

Artêşa Tirkiyê operasyoneke bejayî bo ser gundê Ure yê ser bi nahiya Kanî Masê ve li navçeya Amêdiya Duhokê da destpêkirin. Ev yek jî bûye sedema belavbûna tirsê di nav xelkê de.

Muxtarê gundê Ure Ehmed Ureyî ji Rûdawê re ragihand, ji destpêkirina operasyona vê carê ya Tirkiyê ve bo Zinarê Kêste û navçeyên din li devera Berwarî Bala, xelkê gundê Ure di rewşeke zehmet de jiyana xwe derbas dikin.

Gundê Ure dûrtirîn gundê sînorî ye li herêma Kanî Masê û xelkê wî gundî rojane di bin topbaran û bombebaranê de jiyana xwe derbas dikin.

Berî 10 rojan artêşa Tirkiyê leşker veguhastin wê herêmê û Muxtarê gund dibêje, 2 kîlometre dûrî gund xaleke serbazî hatiye danîn û “îro leşkerê Tirkiyê ji wê xala bi navê Girê Besitînkê, operasyoneke peyade bo derdora gund dan destpêkirin.”

Muxtarê gund Ehmed Ureyî diyar kir ku artêşa Tirkiyê ji sibehê ve dest bi topbaran û bombebarankirina derdora gund kir û paşê leşker peyade hatin û 300 metre nêzikî gund bûne û tirs di nav xelkê de belav bûye.

Li ser hejmara xelkê li gund jî, Ehmed Ureyî dibêje, 33 malbat li gund dijîn, tirs di nav xelkê de heye û nizanin ka dê çi bikin!

Ji ber operasyonên Tirkiyê rêya gundê Ure jikar ketibû û xelkê gund asê mabûn, lê rêya wan ji nû ve hatiye vekirin.

Artêşa Tirkiyê ev mehek û 10 roj in operasyoneke berfireh bo ser Zinarê Kêste û navçeyên din Ên Berwarî Bala daye destpêkirin û heta niha leşkerên Tirkiyê li 10 xalên serbazî bicih bûne.

Rojane ew navçeyên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran û bombebarankirin û heta niha du kesên sivîl birîndar bûne, 7 gund ji ber êrişên Tirkiyê vala bûne û 7 hezar donim daristan şewitîne.

Rudaw

Top