• Monday, 29 April 2024
logo

Şêwirmendekî serbazî yê Supaya Pasdaran li Sûriyê hat kuştin

Şêwirmendekî serbazî yê Supaya Pasdaran li Sûriyê hat kuştin

Şêwirmendê serbazî yê Supaya Pasdaran a Îranê û yawerê wî li ser rêya Dêrezor û Tedmûrê hatin kuştin.

Li gor medyaya Îranê, Hesen Ebdullah Zade û yawerê wî Muhsîn Ebasî di navbera Dêrezor û Tedmûrê de ketine kemîneke çekdarên DAIŞê û hatine kuştin.

Ajansa nûçeyan a Mihr a Îranê jî ragihandiye; Hesen Ebdullah Zade yek ji dostên Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî bû.

Beriya niha di 3ê Çileya 2020an de Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî di encama bombebaraneke firokeyên Amerîkî de li Balafirgeha Bexdayê hatibû kuştin.

K24

Top