• Thursday, 18 July 2024
logo

Çarenivîsa 4 welatiyên Kurd nediyare

Çarenivîsa 4 welatiyên Kurd nediyare

îtlaat rê nade kesûkarên wan serdana wan bikin.
Beriya mehekê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine giritn.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, 4 welatiyên Kurd yên şêniyê gundê Niyer ya ser bi Sine ya li rojhilatê Kurdistanê beriya mehekê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan 4 welatiyên Kurd nediyare.

Hengawê belav kiriye ku ev her 4 welatiyên Kurd ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin û hîn jî di girtîgeha taybet ya îtlaatê dene.

Hate zanîn ku ev girtiyên han heta niha nikarin bi malbet û kesûkarên xwe re hevdîtinan pêk bînin û îtlaat rê nade ku ji xwe re jî Parêzeran diyar bikin daku berevanî ji mafên wan bike.

Top