• Sunday, 28 July 2024
logo

Ahmet Kaya rojbûna te pîroz!

Gulan Media October 29, 2015 Hunerî
Ahmet Kaya rojbûna te pîroz!
Îro roja rojbûna hunermendê navdarê kurd Ahmet Kaya ye. Hunermendê navdarê Bakurê Kurdistanê Ahmet Kaya di roja 28 cotmeh a sala 1957 de, li Meletiyê ji dayik bû.

Ahmet Kaya, zarokê 5 mîn û yê dawiyê yê malbata xwe bû. Bavê wî ji Semsûrê bû, ji bo peydakirina kar bar kiribû Meletiyê.

Wî di sala 1984 de yekemîn albuma xwe ya muzîkê derxist.

Şuhreta Ahmet Kaya di sala 1988 de dest pê dike, bi muzîka xwe ya xweser deng dide û ciwanên li dora dengê wî kom dibin, bi taybetî ciwanên ku çepîtî di rihê wan de hebû.

Di sala 1999 de, dema ku ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Magazinê ve hat xelatkirin, wî got, ku ew kurd e û ew dê klîpekê bi zimanê kurdî çêbike.

Ji ber wê jî Kaya di salonê de rastî êrişa nijadperestan tê. Piştî çend rojan doz li dijî wî tê vekirin û bi 12 salan cezayê zindanê tê mehkûmkirin.


Kaya piştî wê biryara dadgehê neçar dimîne koçberî derveyî welt bibe û berê xwe dide Ewropayê û li Parîsê bi cih dibe û li wir beşdarî konsert û çalakiyên hunerî yên Kurdan dibe.

Di sala 2000'an de Ahmet Kaya krîza dil derbas dike, û jiyana xwe ji dest dide, ew li goristana navdaran li Parîsê, li goristana Pêrlaşê, nêzîkî gora Yilmaz Guney tê veşartin.

Rudaw
Top