• Thursday, 18 July 2024
logo

Mistefa Kazimî hêzeke taybet li dijî Heşdî Şeibî xist tevgerê

Mistefa Kazimî hêzeke taybet li dijî Heşdî Şeibî xist tevgerê

Serokwezîrê Iraqê hêzeke taybet li dijî binpê kirinên milîsên Heşdî Şeibî xist tevgerê.

Piştî girtina fermandarê operasyonên Heşdî Şeibî li Enbarê Qasim Muslim, çekdarên milîsên Heşdî Şeibî bi çek li şeqamên Bexdayê bi giştî û navçeya Kesk a Bexdayê jî bi taybet belav bûne û mala Mistefa Kazimî jî dorpêç kirin.

Serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî biryar daye bo pêşgirtin li her êrîşeke din a Heşdî Şeibî bo ser navçeya Kesk û lîwaya yekem a hêzên taybet jî li navçeyêy bicîh dike.

Roja 29.05.2021ê wezîrê berevaniya Iraqê Cuma Înad hişyarî da Heşdî Şeibî ji bo dubarebûna dîmênên çûna navçeya Kesk û belavbûna li şeqamên Bexdayê.

Roja 26.05.2021ê hêzeke fermandariya operasyonên hevbeş a artêşa Iraqê, Qasim Muslih li başûrê Bexdayê bi tometa êrîş kirina ser hêzên Amerîkayê û kuştina çalakvanan girt.

 

basnews

Top