• Saturday, 29 June 2024
logo

Çend ciwanên Kurd li Rûsyayê endazyariya firokevaniyê dixwînin

Çend ciwanên Kurd li Rûsyayê endazyariya firokevaniyê dixwînin

Zanîngeha Teknîkî ya Kazanê bi navê Andrey Tupolev afrînerê balalfira TUyê ye. Berê, weke Zanîngeha Hewavanî  ya Kazanê dihat naskirin û ta sala 1932an, peymangeheke Zankoya Kazanê bûye. Hejmareke ciwanên Kurd jî li wê zanîngehê endazyariya firokevaniyê biserî dixwînin.

Sala 2009 Hikumeta Herêma Kurdistanê, hejmerak ciwananên Kurd şandin zanîngehên hewavanî û balafirsazî yên Rûsyayê. Hikumet, mesrefên qonaxa bakoloryayê jî girt ser xwe. Lê armanca xwendekar hîn berztir bû. Û wan bîryar da ku li ser hesabê xwe, masterî û doktoroyê jî bixwînin. Û piştî 12 sal xwendinê, ew niha pê bawerin ku amadene bo xizmetkirina niştimanê.

Bingeha Zanîngha Kazanê sala 1804ê hatiye danîn. Serokê Proletaryaya Cîhanê û damezrînerê dewleta Yekîtiya Sovyetê Vladîmîr Îlîç Lenîn û  nivîskarê navdar, romannivîs Leo Tolstoy di vê zanîngehê de xwendine. Îro ew zanîngeh, bi 2 hezar û 300 karmendên xwe ve, yek jî mezintirîn navendên zanistî ya Rûsyayê ye.

Bê guman, ji bo ciwanên kurd, wergirtina perwerdehiyê di zanîngeheke weha de, şanseke mezin e. Û şanazî ye jî. Ji xwe baweriya mamosteyên wan ên rûs jî pir bi wan heye.

Cîgirê Serokê Zanîngeha Hewavanî ya Kazanê grofessor Peter Velîkanov dibêje: “Me êdî bîryar daye ku, ji bo rêzgirtina xwendekarên me yên hêja yên ji Kurdistanê, emê bi serberzî  navê ‘Kurdistan’ li polekî Zanîngeha Hewavaniyê ya Kazanê bikin. Ez pir pê bawerim, dema ku ewê vegerin welatê xwe, ew dê alaya perwerde, ronakbîri û zanistê bi rûmetî pêşve bibin.”

Li Rûsyayê kêm biyanî  dikarin piştî derçûnê, li heman zanîngehê mamostetiyê bikin. Îndad Şêrwanî ji bilî Endeziyariya Balalfirsazî, dîplomaya zanîngeha Neft û Kimyayê jî wergirtiye û niha dersê dide xwendekarên zanîngehê. Lê armanca doktorên kurd ên ciwan, ew nîne ku her li zankoyên Rûsyayê mamostetiyê bikin. Ew pêdiviyên Kurdistanê baş têdigihêjin. 

Derçûyên Zanîngeha Kazanê di wê baweriyê de ne, ku perwerdehiya akademî tenê wê demê dikare berhemdar be, ku eger ew, weke tîmeke kar bikin. Ew bi hêvîne, ku Rêveberiya Kurdistanê ji bo cîbicîkirina projeyên wan, dê derfetên pêwîst bi wan bide.

Xewn û xiyala firinê, di mîtolojiyên pir gelên cîhanê de heye. Ji xwe eger mirov xiyal ne kiriba, ewê nikaribûya bifire ezmanê jî.

Ew ciwanên kurd, ji bo cîbicîkirina xewn û xiyalên xwe, êdî bûne xwedî zanebûneke pêwîst. Û weke yekemîn pisporên balafirsazî, yên bi perwerdehiya akedemîkî dê vegerin Kurdistanê. 

Top