• Thursday, 18 July 2024
logo

Tirkiye û Yunan vedigerin ser maseya danûstandinan

Tirkiye û Yunan vedigerin ser maseya danûstandinan

Wezîrên derve yên Yunan û Tirkiyê dê îro li Atînayê pirsgirêkên rojhilatê Deryaya Spî û çend mijarên din gotûbêj bikin.

Herdû wezîrên derve yên Tirkiye û Yunanê piştî bêhtir ji salekê cara dawiyê di 21ê Nîsanê de li Enqerê civiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû welatan de û bi awayekî tund herdû wezîr li hemberî hev axivîn û rojnamevan matmayî mabûn.

Nicos Dendias çûbû Tirkiyê da ku ji berpirsên ast bilind ên Trikiyê re bibêje hûn serweriya Yunanê binpê dikin, herwiha Mevlud Çavuşoglu ku berî niha bi rêya medyayê helwesta xwe digihand berpirsên Yunanê, vê carê bi tundî helwesta xwe da xuyakirin.

Mevlud Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, dibêje, “Hûn hatine pêşiya rojnamevanan û hewl didin ku Tirkiyê tometbar bikin, tenê jibo ku tu peyamekê bighîne welatê xwe, ev yek li ba min nayê qebûlkirin, me dixwest bi awayekî hevaltiyê em konfransekê saz bikin. Bi dilsozî em behsa wan tiştan bikin, me wiha kir û me peyama xwe gihand.”

Ji salên 70ê yên sedsala 20an ve pirsgirêk  dinavbera herdû welatan de berdewamin li ser Rojhilatê Deryaya Spî, û du caran rewş gihiştibû asta derketina şer dinavbera wan de.

Piştî bêhtir ji salekê ji qutbûna peywendiyên deplomatîk  dinavbera herdû welatên NATOyê de , carekek din ew hatin ser maseya danûstandinan, lê bi heman nakokî û heman helwestên li dijî hev.

Tirkiye dibêje ji mafê wê ye ew li rojhilatê Deryaya Spî lêgerînê li ser Haydrokarbonê bike, lê Yunan jî wê yekê bi binpêkirin binav dike.

Nicos Dendias, Wezîrê Derve yê Yunanê, dibêje, “Helwesta Yunanê zelal e, li Deryaya Ege û li Rojhilatê Deryaya Spî, Tirikiyê binpêkirin encam dane û rêkeftinameya deryayî binpê kiriye. Bi 400 geştên esmanî li ser xaka Yunanê mafê serweriya Yunanê binpêkiriye.”

Ji sala 1897an ve heta niha çar caran şer dinavbera herdû welatan de derketiye, piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn peywendiyên herdû welatan başbûn, sala 1952an herdû welat bûn endamên NATOyê, lê meha hingiv di navbera herdû welatan de dirêj nekir, û careke din pirsgirêk dinavbera wan de derketin derbarê Qubrusê, herwiha piştî derxistina Yunaniyan ji Trikiyê di salên 60î yên sedsala borî de, û heta niha nakokiyên mezin ên dinavbera herdû welatan de desthilatdariya ser deryaya Eyja ye

Dawiya meha Gulana sala borî Tirkiyê ragihand ew ê li Rojhilatê Deryaya Spî lêgerîna bo enerjiyê destpê bike, Yunan gelekî bi vê biryara Enqerê dilgiranbû û Yekîtiya Ewropa jî di vê mijarê de piştgiriya Yunanê dike.

Careke din Tirkiye û Yunanê vedigerin ser maseya danûstandinan, rojên 30 û 31ê vê mehê wezîrên derve yên Yunan û Tirkiyê li Atîna pirsgirêkên rojhilatê Deryaya Spî û çend mijarên din gotûbêj bikin.

 

Rudaw

Top