• Thursday, 18 July 2024
logo

PDKÎ: 2 Pêşmerge şehîd bûn

PDKÎ: 2 Pêşmerge şehîd bûn

Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ku ser bi Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ve ye ragihand ku 2 pêşmergeyên wan di encama şerekî de li gel “kirêgirtiyên rejîm”a Îranê “şehîd bûne.”

Şeva derbasbûyî li ser rêya di navbera Pîranşar û Mihabadê de li Rojhilatê Kurdistanê, şer di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de derket.

Berî niha malpereke nêzîkî Supaya Pasdaran ragihandibû, li nêzî Pîranşarê şer derketiye û tîmeke PDKÎ ketiye kemîna Pasdaran û 2 endamên wê tîmê jiyana xwe ji dest dane.

Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ku ser bi PDKÎyê ve ye derbarê wî şerî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku time Pêşmergeyên wan li ser cadeya Mihabad-Pîranşarê bûye armanca êrişa “kirêgirtiyên Komara Îslamî.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di encama wê êrişê de “Pêşmergeyên bi navên Hadî Şêxe yê xelkê Peswê û Eyub Sultanê xelkê Awaya Xurînc a ser bi şaristaniya Pîranşarê ve, mixabin şehîd bûn.”

Di 2 mehên derbasbûyî de ev sêyemîn car e ku şer di navbera Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û hêzên Îranê de çêdibe.

Rudaw

Top