Parêzgarê Hewlêrê 131 projeyên xizmetê ragihandin
Parêzgerê Hewlêrê ragehand, piştî pare ji aliyê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ve hatiye dabîn kirin, 131 projeyên xizmetê derdixin îhalê û vê heftiyê dê destpê bikin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevaniyê de got: ‘’Di çarçoveya projeya pêşxistina parêzgehên Herêma Kurdistanê de, piştî temambûna rêkarên yasayî û koordîne û darayî 28 milyar dînar pare ve dest bi projeyên xizmetguzariyê dikin.’’
Herwaha got, hejmara projeyan 131 proje ne û piraniya wan bo derdora bajarê Hewlêrê ne, ji bo navenda qeza û nahyeyan e. li gor şêwira ligel qaymeqam û rêveberên nahyeyan hatiye kirin proje dê bên encamdan. Ew proje jî beşa herî zêde nav taxên hejar û feqîran de dibe, bi taybet jî nav bajarê Hewlêrê, li derveyî bajarê Hewlêrê jî giringî dê bidin rêyên gundan.
Parêzgerê Hewlêrê got: ‘’Piraniya pare ji dê ji bo pirsgirêna avê ya navçeya Ziraretî ya nahyeya Dareşekran çareser dikin. Ji ber ew navçeye ya ku pirsgirêka avê hebûye û bi salane tenê bi tanker av bo wan gundane tê dabîn kirin.’’
Herwaha diyar kir projeyên tê gotin jî li sektora rê û perwerd û tenduristî û av û kanal û şeqamên navxwe digre navxwe.
Xoşnaw diyar kir, di çarçoveya projeyên wezaretên hikûmeta herêma Kurdistanê de nêzîkî 100 milyar dînarên din dê bê cuda kirin.
Li gor rêkeftina herêma Kurdistanê û Iraqê jî nêzîkî 85 milyar dînarên din ji bo xizmetê ji Hewlêrê re dê bê cuda kirin.
K24