• Thursday, 18 July 2024
logo

Bombebaranên Tirkiyê zirareke mezin gihandiye geştiyariya Duhokê

Bombebaranên Tirkiyê zirareke mezin gihandiye geştiyariya Duhokê

Bomberbaran û topbarana ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ziyaneke mezin dayê kerta geştiyariya Duhokê û ji ber vê yekê xwediyên cihên geştiyariyê bigazin in.

Yek ji cihên geştiyariyê li ser çemê Xabûrê li nêzîk gundê Bêgova ya ser bi Zaxoyê, salên derbasbûyî di vê demê de bi bilindbûne pileyên germê bi geştiyaran tijî dibûn. Îsal ji ber metirsiya şerê di navbera Artêşa Tirkiyê û gêrîlayên PKKê, tevî bilindûna pileya germê jî, cihê geştiyariyê vala ne û ziyanên mezin gihandiye xwediyên wan.

Xwediyê cihê geştiyariyê Ubêd Derwês dibêje “Em şarezayê deverê ne, lê xelkê biyanî têne vê derê. Ew nedîtine, gava bên vê derê, dengê teqekî hat, dê bibêjim em ji vê derê diçin. Eger tu mesrefekî bikî lê xelk neyê, ev zirar e. Me li vê derê 30-40 hezar dolar mesref kiriye, beredayî çû. Eger me zanibûya tiştekî wiha bibe, me karek wisa nedikir.”

Gundê Hirûrê yek gundên geştiyarî yê ku salane bi sedan geştiyarî berê xwe didinê. Gund ketiye sînorê operasyonê, rojane top nêzikî gund dikevin.

Ser kanî û bindarên wê cihê kombûna geştiyaran bûn lê niha ji bilî xelkê gund, geştiyar nikarin serdana vê derê bikin.

Şêniyê gundê Hirurê Hesen Hirurî jî got “Dihokê, Zaxoyê û Mûsilê Ereb otobus li ser otobus dihatin. Ji ber sûlav û cihê xwe, cihekî geştûguzariyê ye. Îsal ji ber firokeyên cengî û topan kesî berê xwe nedaye vê derê.”

Li gor amarên Rêveberiya Geştûguzariya Duhokê 900 bingehên geştiyariyê li parêzgehê hene. Hê jî çend cihên geştiyariyê jî hene ku bi fermî ji aliyê wan ve nehatiye tomarkirin. Wek ku xelkê vê navçeyê dibêjin li sînorê nehiya Kanî Masê û li ser çemê Xabûrê li sînorê qezaya Amêdiyê û Zaxoyê 12 bingehên geştiyariyê hene ku salane bi sedan geştiyar serdanê dikin.

Rudaw

Top