• Sunday, 30 June 2024
logo

Encamên hilbijartinên seroketiya Sûriyê hatin ragihandin

Encamên hilbijartinên seroketiya Sûriyê hatin ragihandin

Li gor encamên destpêkê Beşar Esed di hilbijartinên serokatiyê de zêdetirî ji sedî 95ê dengan bidest xist û dîsa dibe serokê wî welatî.

Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemûde Sebax encamên destpêkê yên hilbijartinên serokatiya Sûriyê ragihandin.

Hemûde Sebax diyar kir ku li gor encamên destpêkê Beşar Esed bi rêjeya %95.1ê dengan di hilbijartinan serkeftin bidest xist.

Bi vî awayî Beşar Esed ji bo cara çarem li ser hev, ji bo 7 salên din dibe serokomarê Sûriyê.

Di hilbijartinên vê care de, tevî Beşar Esed serokê niha yê Sûriyê, Mehmûr Merhî û Ebdullah Sellûm Ebdullah bibûn namzed.

Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa û Îtalya, di daxuyaniyeke hevbeş de hilbijartinên serokatiya Sûriyê şermezar kiribû û ragihandibûn, ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê “ne paqij in û ne jî azad”, û tekez kiribûn, ku divê hilbijartinên azad û paqij di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de û li gorî pîvanên navdewletî bêne encamdan.

Ofîsa Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, Netewên Yekbûyî çavdêriya hilbijartinên serokatiya Sûriyê nake û îtîrafê bi van hilbijartinan jî nake.

Piraniya aliyên Kurdî û bi taybet ENKS û PYNKê jî ew hilbijartin boykot kiribûn û ragihandibûn ew hilbijartin ne rewa ne.

Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Sûriyeya Demorkatîk jî pêştir ragihandibû, ku ew beşdariyê di hilbijartinan de nakin û rê bi lidarxistina wan hilbijartinan di navçeyên di jêr kontrola xwe de nedabû.

 

Rudaw

Top