• Thursday, 18 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê hêvî vegerand nava gelê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê hêvî vegerand nava gelê Kurdistanê

beriya 45 salan di 26ê Gulanê de destpê kiriye.
 

Di bîranîna 45 saliya destpê kirina şoreşa Gulanê de peyamek pêşkêş kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bîranîna 45mîn salvegera şoreşa Gulanê de peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbayên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê, hêzên pêşmerge, Serok Barzanî û Serkirdatiya partiya demokrata Kurdistanê kiriye.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Bi rêzdarî ve şehîdê Serkirde Îdrîs Barzanî û tevahiya şehîdên şoreşê û beşdarin şoreşê bibîr tînin.Şoreşa Gulanê yaku domkerê şoreşa mezin ya Îlonê bû, dawî bi bêhêvî bûn di nava civaka Kurdistanê de anî û asoyeke nû û geş bo gelê Kurdistanê vekir û gelê Kurdistanê jî bi îradeyeke bihêz ve şoreş û têkoşîna xwe ya bo bidest xistina mafên xwe berdewam kir.

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de nivîsandiye: Di bîranîna şoreşa Gulanê de tekez li ser pêşde birina yekrêziya navbera pêkhateyên Kurdistanê dikin, jiber ku hevkarî û yekrêziya pêkhateyan û aliyên siyasî yên Kurdistanê bûne sedema bingehên karên hevbeş û ava kirina eniya Kurdistanî û ev  yek jî bû sedema raperîna mezin ya 1991an ku yek ji encamên şoreşa mezin ya Gulanê ye.

Top