• Sunday, 28 July 2024
logo

Sînema Kurdî li Qahîra ye

Gulan Media October 15, 2015 Hunerî
Sînema Kurdî li Qahîra ye

12 Cotmehê li paytexta welatê Misir li bajarê Qahîra 5emîn festîvala Kam ya navdewletî bo fîlmên sînema birêve çû bi beşdariya şandek Kurdî da ku nûnertiya Sînema Kurdî di festîvalê de bike.

3 fîlmên Kurdî di vê xulê de beşdarin, Fîlma Tenahî sînaryo Piştîwan Ebdullah û derhênera Ebdulxaliq Cewdet ji berhemê Rêveberiya Sînema Hewlêrê, fîlma Hewara bê Deng sînaryo û derhênera Iyad Cebar û fîlama Bext sînaryo û derhênera Serdar Zengene. Wê hersê fîlmên Kurdî di pêşbirka fermî a festîvalê de beşdarbin.

Di aqhinga vekirina festîvalê de ku hejmarek mezin ji stêrikên sînema Misrî amadebûn wek Ilham Şahîn, Semîr Sebrî, Wefa Amir û Derhênerê Kurd ê binav û deng Elî Bedirxan, şanda Kurdî bi cil û bergên Kurdî amadebû, lewma bû sedem ku şanda Kurdî bibe cihê balkişandin û dilxweşiya xelkên amade li ahingê.

Di ahinga roja vekirina festîvalê de sitêrikên sînema Misrî û derhênerê Kurd Elî Bedirxan hatin xelat kirin, herwiha vexwendinek taybet bo derhênerê Kurd Nasir Hesen hate pêşkêş kirin da ku beşdarî komîteya festîvalê bibe.

Berî heftiyekê Rêveberê Festîvalê Ela Nesir ji BasNews re ragehandibû: “Em gelekî kêfxweşin bi beşdarbûna sînema Kurdî û em soz didin ku di salên bê de sînema Kurdî rolek mezintir di festîvalê de bigre. Silavê min bo hemi sînemkarên Kurd hene.”

Basnews
Top