• Sunday, 24 November 2024
logo

Ji ber temamnebûna projeyan li Kerkûkê xwepêşandan e

Ji ber temamnebûna projeyan li Kerkûkê xwepêşandan e

Bajarê Kerkûkê yek ji bajarên herî zêde hatiye piştguh kirine ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, bi taybet jî piştî xiyaneta 16ê cotmehê pareyê petro – dolar jî hate birîn û proje nehatin temam kirin. Ji ber wê îro wek nerazîbûnek hemwelatiyên taxa Barûtxane, dest bi xwepêşandana girseyî kirin.

Vê derbarê de yek ji çalakvanê bajêr Hewar Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 25.05.2021ê beşek ji hemwelatiyên taxa Barûtxaneya li bajarê Kerkûkê kombûn û daxwaz dikin şeqamên nehatine temam kirin ên taxa wan bên temam kirin. Ji ber demeke dûr û dirêje nehatiye temam kirin.’’

Herwaha got: ‘Li gel nebûna elektrîka pêwîst û ewlehî û asayîşê li bajarê Kerkûkê, proje jî bi temamnebûyî tên bicîh hiştin.’’

Derbarê xwepêşandan û nerazîbûna hemwelatiyan de qaymeqamê sepandî yê bajarê Kerkûkê Felah Xelîl ji BasNewsê re got: ‘’Em li gel nerazîbûn û kombûnên girseyî yên aram de ne, mafê hemwelatiyane daxwaza xizmetê bikin.’’

Basnews

Top