• Sunday, 28 July 2024
logo

Fîlma kurdî li ser navê Almanyayê dikeve pêşbirkê

Gulan Media October 12, 2015 Hunerî
Fîlma kurdî li ser navê Almanyayê dikeve pêşbirkê
Fîlma anîmasyon a kurdî “Cango û Mango (Jango and Mango)” dê li Festîvala Fîlmên Anîmasyon a Navneteweyî Uruguayê were pêşkêşkirin.

Derhênerê fîlma Cango û Mango Rafid Cerah ji Rûdawê re diyar kir, fîlma wî dê îsal beşdarî Festîvala Fîlmên Anîmasyon a Navneteweyî Uruguayê bibe.

Rafid Cerrah wiah got: “Fîlm bi kurdî ye, lê ne li ser navê Kurdistanê, li ser navê Almanyayê beşdarî festivalê dibe. Sedema vê yekê jî çêkera fîlmê Almanyayê.”

Cerrah destnîşan kir, mijara fîlma wî şerê kurdan ê li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê yê li dijî DAIŞê ye.

Derhênerê fîlma Cango û Mango herwiha anî ziman, ew şer bi eslê xwe ne şerê kurdan e, şerê tevahiya welatên cîhanê ye.

Rudaw
Top