• Thursday, 18 July 2024
logo

Jineka kurd kandîda yek ji partiyên mezin yên Almanya ye

Jineka kurd kandîda yek ji partiyên mezin yên Almanya ye

Jineka kurd bûye kandîda yek ji partiyên mezin yên Almanya bo endamtiya parlementoya wî welatî.

Partiyên siyasî û xelkê Almanya xwe amade dikin bo hilbijartinên giştî yên welêt, ku dê meha Îlona îsal were kirin.

Yek ji wan partiyên ku beşdarî hevrikiya hilbijartinan dibin, partiya Kesk e ku yek ji mezintirîn partiyên Almanya ye.

Yek ji kandîdên partiya Kesk, jineka kurd bi navê Vanêsa Reşîd e ku li herêma Bayer ya Almanya bûye kandîda wê partiyê.

Vanêsa Reşîd, li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye û ew dayka xwe bi hev re xwedana dezgeha sivîl ya bi navê Nêrgiz in ku berevaniyê li mafên jinan dike.

 

Basnews

Top