Li Kerkûkê posteka din ya ewlehiyê ji kurdan hat standin
Li bajarê Kerkûkê posteka din ya ewlehiyê ji kurdan hat wergirtin û yekî ereb li ser hat danîn.
Peyamnêrê BasNewsê li Kerkûkê ragihand, efserekî polîs yê kurd bi navê Sabîr Mihemed ku berpirsê rêveberiya efseran li polîsê Kerkûkê û li ser pişka YNKê di wê postê de bû, ji kar hat dûrxistin.
Li gorî agahiyan, li şûna wî efserê kurd kesekî ereb bi navê Loey Eglawî hatiye danîn.
Berdevkê polîsê Kerkûkê, Amir Nûrî ji BasNewsê re got, ew karekî îdarî ye û pevguhertina post û cih e.
Piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017, zêdetirî 100 post ji kurdan hatiye wergirtin.