• Sunday, 28 July 2024
logo

Belgefîlma “Kobanî di 134 rojan de”

Gulan Media October 3, 2015 Hunerî
Belgefîlma “Kobanî di 134 rojan de”
Kobanî di 134 rojan de…Ev, navnîşana filimeke dukmênterî li ser qonax û mofirkên sereke yên cenga Kobanî ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdaw ve hatiye amede kirin, û bi boneya yekemîn salvegera êrîşa rêxistina DAIŞê li ser Kobanî tê weşandin. Filima Kobanî di 134 rojan de, ji qonaxa piştî rêjîma Beis û destpêka dorpêça hêzên îslamî yên radîkal û rêxistina DAIŞê ji herêma Kobanî re destpê dike, û di pişt re li ser sedemên êrîşa rêxistina DAIŞê ya mezin li ser bajarê Kobanî di Êlûna sala borî de, û destpêka wê ji hersê aliyên rojhilat û rojava, û başûr ve berdewam dibe.


Herweha filima Kobanî di 134 rojan de, li ser koçberiya miletê kurd ji gundewarên herêma Girê Spî - Til Ebyed ber bi bajarê Kobanî ve, û di pişt re jî koçberiya tevahiya xelkê Kobanî ber bi Bakur Kurdistanê ve radiweste, û berdewm dibe ta nêzîkbûna çekdarên rêxistina DAIŞê ji bajarê Kobanî re, û destpêka destêwerdana hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê li gundewarên Kobanî.


Kontrolkirina kaşê Miştenûr ji aliyê rêxistina DAIŞê ve, û bandora wê yekê li ser moralên şervanên YPGê, derbasbûna çekdarên DAIŞê nav bajarê Kobanî û destpêka şerê kolanan di navbera wan û şervanên YPGê de, ta roja herî teng û dijawr di şerê bajarê Kobanî de, û derketina hemî sivîlan, ew jî hin beşên filima Kobanî di 134 Rojan de.


Destpêk û tûndiya êrîşên balefirên şer yên hevpeymaniya navdewletî li ser çekdarên rêxistina DAIŞê li nav bajarê Kobanî, û beşdarbûna Pêşmergeyên Kurdistanê di cenga Kobanî de, ta kontrolkirina Kobanî ji aliyê hêzên hevbeş ve, û destpêka vegera xelkê bo welatê xwe…



Ji bo dîtina fîlmê, vê lînkê vekin:

http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/documentari_1509201500
Top