• Sunday, 28 July 2024
logo

Hevjîna Ahmet Kaya hunermenda Tirk tevizand!

Gulan Media August 18, 2015 Hunerî
Hevjîna Ahmet Kaya hunermenda Tirk tevizand!
Hevjîna hunermendê wefatkirî yê kurd Ahmet Kaya, Gulten Kaya bersivek tûj da hunermenda Tirk a bi navê Nîran Ûnsal ku gotibû, “Eger Ahmet Kaya sax baya dê li ser navê HDPê û yên ku parçebûnê dixwazin, xet kişandiba”.

Hunermenda Tirk a bi navê Nîran Ûnsal, ku bi gotina hinek stranên Ahmet Kaya navdar bûye û xwe daye aliyê AKPê, li ser rûpela xwe ya Twîtterê êrişî HDPê kiribû û wiha nivîsîbû:

“Eger Ahmet Kaya sax baya dê li ser navê HDPê û yên ku parçebûnê dixwazin, xet kişandiba”.

Hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya jî li ser rûpela xwe ya Twîtterê bersivek tûj da Nîranî û wiha got:

“Te Ahmet xelet nas kiriye. Eger Ahmet Kaya sax baya dê tifî rûçkê hinekan kiriba ku yek ji wan jî tu bûy”.

Rudaw
Top