Fîlmekî Kurdî li Fransa beşdarî festîvalek navdewletî dibe
![Fîlmekî Kurdî li Fransa beşdarî festîvalek navdewletî dibe](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/IMG_5272-650x320.jpg )
Kurte fîlmê Kurdî bi navê “Milwankey Istîl” yê derhêner “Zanyar Ezîzî” li festîvalek sînemayî li welatê Fransa hate nişankirin.
Derhênerê fîlim Zaniyar Ezîzî derbarê festivalê ji BasNews re ragihand: “Wê ev kurte fîlim di beşê serkî yê 38emîn festîvala Grnobl ya navdeletî li welatê Fransa beşdar be, festîval wê ji 7 heta 12 Temûzê berdewam bike li bajarê Grnobl li wî welatî wê birêve biçe û got jî: “Filmê Milwangey Istîl wê li gel 25 fîlmên din ji welatên cîhanê were pêşkêşkirin.”
Derbarê çîroka fîlim Zaniyar got: “Çîroka fîlim behsa cînosayda gelê Kurd û Enfalan dike û fikreya fîlim jî ji çîroka nivîskarê Kurd Mihemed Ferîq Hesen ku bi heman naviye hatiye der.”
Herwiha got jî: “Maweyê fîlim 13:45 deqîqeye û berhemê sala 2014 ya kompaniya Ekîd Fîlim e”