• Wednesday, 17 July 2024
logo

Bilind li ser Narîn Efrînî distrê

Bilind li ser Narîn Efrînî distrê
Hunermend Bilind Îbrahîm bû bavê keçekê û ji ber hezkirina Bilind ji serkirda YPJê li Kobanî Narîn Efrînî re, navê keça xwe ya sêyemîn kir Narîn.

Selman Şêx Memî ku tekstên stranên Bilind Îbrahîm dinivîse, ji Rûdawê re got: “Qehremaniya Narînê, bandoreke mezin li Bilind Îbrahîm kir. Bilind ez teklîf kirim ku helbestekê li ser Narînê binivîsim da bike stran. Beriya mehekê jî dema keçek ji wî re çêbû, navê wê kir Narîn.”

Bilind Îbrahîm ku xelkê Şingalê ye, Enstîtûya Hunerên Ciwan li Dihokê xilas kiriye, beriya pênc salan zewiciye û bavê sê keçikan e.

Piştî bobelata Şingalê, Bilind stranek li ser Şingalê tomar kir. Niha jî Bilind du stranan amade dike, yek li ser şehîdan e û strana din jî li ser Narînê ye.

Rudaw
Top