• Wednesday, 17 July 2024
logo

Lîstikvana kurd: Min newêrîbû bêjim Amedî me!

Lîstikvana kurd: Min newêrîbû bêjim Amedî me!
Lîstikvana kurd a sînemaya Tirkiyê Ceren Moray diyar kir ku dema zarok bû nediwêrî kurdbûna xwe eşkere bike û bêje Amedî ye.

Lîstikvana kurd Ceren Moray di hevpeyvînekê de digel rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyê got, di dibistana seretayî de dema ji min dipirsîn tu ya kuderê yî. Min zû digot ez ji Kastamonuyê, bajarê dayîka min, me.

Ceren Moray her wiha got, min nediwêrî bêjim ez ji Amedê me çimkî min carekî got her kesî avirê xwe dida min. Lê di qonaxa lîseyê de êdî min guh neda wan aviran û min eşkere digot ez Amedî me.

Wê lîstikvana kurd di bersiva vê pirsê de ku gelo jinbûn li Tirkiyê zehemt e? jî got, ma li Tirkiyê jin heye heta jinbûn jî zehmet be. Jin hemû bûne zilam û her tiştî bi çavê zilam dibînin.

Ceren Moray sala 1985ê li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye. Bavê wê kurdekî Amedê û dayîka wê jî tirk e û ji Kastamonuyê ye. Cerenê beşa şanoyê ya Zanîngeha Halîç a Stenbolê xwendiye û heta niha di gellek rêzefîlman de lîstiye.

Rudaw
Top