• Wednesday, 17 July 2024
logo

Nizamettîn Arîç “êş” û hêviyên kurdan distire

Nizamettîn Arîç “êş” û hêviyên kurdan distire


Navenda Nûçeyan – Albûma “Êşî a hunermendê hoste ya muzîka kurdî Nizamettîn Arîç derket.

Pel Records, bi daxuyaniyeke diyar kir ku hunermendê muzîka kurdî Nizamettîn Arîç bi hemû berhemên xwe tevlî Pel Recordsê bûye. Pelrecords albuma hunermend a nû “Êş”ê pêşkeşî muzîkhezan dike.


Nizamettîn Arîç dest nişan dike ku ev êşên ku gelê kurd pê re rûbirû dimîne, ji bo avakirina paşeroja kurdan hişmendîya hevpar a hunerî, civakî û neteweyî pêşve dixe.


Arîç wiha dibêje: “Albuma ku ez pêşkeşî we dikim hem ji alîyê formen muzîkî û hem jî ji aliyê naverokî ve li gel hestên xembar bi hestên hêvîyê jî ti jî ye”.


Taybetmendîya herî girîng a Nizamettîn Arîç ev e; stranên xwe bi helbestên şaîrên kurd çêdike. Hunermend bi vê helwêsta xwe hem rûmetê dide şaîrên urdan hem jî şaîrên ciwan û nû dide naskirin.

Hunermend; besteyên strana “Mihemodo” bi helbesta Şahîn Bekir Soreklî, stranên "Ev Çi Hal e" û strana ku ji bo zarokên Şengalê hatiye gotin "Zarokekê Şengel ê" bi helbestên Tengezar Marînî û berhemeke din a ku êşa Şengalê dest nîşan dike strana "ÇiyayêŞengalê" bi helbesta şaîr Xaki Bîngol çêkirine.


Gotinên strana "Dilo" yên şaîrê hosteyê Mêrdînî Bro Omerî ye, helbesta strana "Êş"ê ku navê xwe jî daye albumê ya helbestvan Bawer Agirî ye, gotinên strana "Penaber İm" jî yên Mehmet Gûltekin û Nizamettin Ariç in.


Di albumê de 3 stran ji bo Rojava hatine gotin. Nizamettin Ariç cara yekem bi keça xwe re duet dike û yek ji van stranan helbesta Ehmed Huseynî "Serê Kanîye" yê bi hev re distirên.


Xebata din a ji bo Rojava hatiye gotin helbesta Nezîr Palo "Êşa Rojava" ye. Ariç vê stranê jî bi hunermend Mizgîn Tahîr re dibêje.


Strana din a ji bo Rojava hatiye gotin starana ensrumental ya bi navê “Kobanî” ye.


Stranek din ya ensrumental a albumê "Roboskî", ji bo bîranîna tev kuştîyên ku sala 2011an li Roboskî yê hatin qetil kirin, ji alîyê Nizamettin Ariç ve hatîye bestekirin.


Aranjor û bestekarê hemû stranên albumê Nizamettin Ariç e.

Nizamettin Ariç di albuma xwe ya "Êş"ê de enstrumanên mey, divan tembûr û curayê bi xwe lê xist.


Albuma ku qeydên wê li Studyoyên Hennef, Berlîn û Stenbolê hatine çêkirin muzîsyenên din yên cih girtine ev in; gitar Alexander Zernîng, keman Nura Dilovanî, ritim Ömer Aslan, Tarık Aslan, Norbert Granbel û Mehmet Han Disbudak.



Belavkirina giştî ya Albuma “Êş”ê Sony Music dike.

Rudaw
Top