• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wê fîlma kurdî sê xelatên din jî stand

Wê fîlma kurdî sê xelatên din jî stand
Fîlma bi navê “Bîranînên Ser Kevir” a derhênerê kurd Şewket Emîn Kurkî, sê xelatên navdewletî yên din jî bidest anî.

Fîlma “Bîranînên Ser Kevir”, ku berhema hevbeş a Kurdistan û Almanyayê ye, di 35emîn Festîvala Navdewletî ya Fantasporto-Portugalê de di beşa pêşbirkê de hat nîşandan.

Fîlma Şewket Emîn Kurkî, xelata baştirîn fîlm û baştirîn senaryo her wiha xelata rexnegirên sînemayê jî wergirt.

Senaryoya Bîranînên Ser Kevir, ji aliyê Şewket Emîn Kurkî û Mihemed Aktaş ve hatiye nivîsandin.

Wê fîlma kurdî beriya niha jî xelata baştirîn senaryo ya festîvala APSA ya Awustralya, xelata baştirîn senaryo ya festîvala Gotenbergê ya Swêdê û xelata baştirîn senaryo ya festîvala Posanê ya Koreya Başûr standibû.

Rudaw
Top