• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hunermend Kawa hate binçavkirin

Hunermend Kawa hate binçavkirin

Hunermendê kurd Kawa ji bo beşdarî Newroza 21'ê Adarê ya Amedê bibe hat Tirkiyeyê. Kawa li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bêyî sedem bê nîşandan hat binçavkirin.

Hunermendê kurd Kawa ku 20 salan li Ewropayê jiyana sirgûnê dijî, ji Bajarê Kolnê yê Almanyayê ji bo beşdarî Newroza 21'ê Adarê ya Amedê bibe hat Tirkiyeyê. Kawa piştî hat Tirkiyeyê li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê bêyî sedem bê nîşandan hat binçavkirin.

Polîsan ji bo îfadeya Hunermend Kawa, bigirin, birin qereqola polîsan a balafirgehê. Hat diyarkirin ku dê Kawa sibê derxin dozgeriyê.

Xendan
Top