• Wednesday, 17 July 2024
logo

Zarema: Laperên rexne û teoriya kurdî

Zarema: Laperên rexne û teoriya kurdî
Kovara Zarema hewl dide di kurdî de tixûbên rexneyê û çarçoveya nirxandina babetên civakî berfirehtir bike û ji aliyekî din ve hewl dide têgehên zanistên civakî û rexneyî di kurdî de bi cî bike.

BasNews / Stenbol - Kovara Zaremayê ya rexne û teoriyê ku çar mehan carekê derdikeve, bi sê hejmaren xwe li bende xwendevanên kurdî ye. Zarema, hejmara wê ya sêyem sersalê de derketibû, wê hejmara çarem bi dosyaya xwe ya “Femînizm”’ê destpêka meha Gulanê de li ber destê xwendevanên xwe be.

Zarema ku navenda wê Amed e, bi naveroka xwe ya di warê rexneya wêje, sînema, şano, muzîk û siyasetê de, xwe dispêre zimanekî teorîk. Kovara Zarema hewl dide di kurdî de tixûbên rexneyê û çarçoveya nirxandina babetên civakî berfirehtir bike û ji aliyekî din ve hewl dide têgehên zanistên civakî û rexneyî di kurdî de bi cî bike.

Zarema ku editoriya wê Fexriya Adsay dike, bi perspektîfeke dijkolonyal û kurdistanî weşanê dike û armanca wê rewşenbîrên kurd yên parçeyên cuda bigihêne hev, potansiyela kurdan a rewşenbîrî derxîne holê. Nivîskarên wê ji bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê ne ku Mihemed Şarman, Ferzan Şêr, Fexriya Adsay, Suat Baran, Burhan Yek, Hesenê Dewrêş, Umran Aran, Barzoo Eliassi, Farangis Ghaderî, Bextiyar Secadî, Mahroo Raşidîrostamî, Kawe Qubadî, Emîn Ebdulqadir, Ebdulxaliq Yeqûbî, Haşim Ahmadzade, Cemal Cebar Xerîb hin ji nivîskarên wê ne.

Zarema, ji bilî gotar û ceribînan cî dide hevpeyvîn, di beşa “Kinbeş”an de nûçeyên çandî, nirxandin û nivîsên kurt li ser mijarên curbicur û albuma dagirkeran.

Basnews
Top